• Tuesday, 17 February 2026
logo

Berpirsê DAIŞê yê kurd hat kuştin

Berpirsê DAIŞê yê kurd hat kuştin
Hat ragihandin li Mûsilê kurdê bi navê Hîwa Selîm yê berpirsê rêxistina DAIŞê hat kuştin.

Çavkaniyek li Mûsilê ji Rûdawê re got Hîwa Selîm yê ku wek Hecî Xanim tê nasîn yê berpirsê DAIŞê îro bi çeka qenasê hat kuştin.

Hat zanîn ku berpisyarê DAIŞê yê hatî kuştin cîgirê Şivan Kurdî bû. Kurdî ji Hewlerê ye û beriya 4 mehan ligel hevjin û 2 keçên xwe û 2 waizên mizgefta li mela tevlî DAIŞê bibû.

Ne diyare kê Hiwa Selîm kuştî ye.

Beriya çend rojan çekdarê DAIŞê Mofeq Esed Iskender yê ku serê pêşmerge Hucam Sûrçî jêkiribû jî li nav bajarê Mûsilê ji aliyê hine kes ve di kemînekê de hatibû kuştin.

Rudaw
Top