Amerîka red dike pêwendiyeke nû ligel Îranê dest pê bike
Alîkara Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Marie Harf di civîneke rojnamevanî de got, hewlên Amerîkayê tev ji bo rêgirtina li ber Îranê ye ku ew çekên atomî bidest nexe.
Harf anî ziman cezayên li ser Îranê mijareke dine û Amerîka alîkariyên Îranê bo komên tundrew dibîne.
Derbarê gotara Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di kongreya Amerîkayê de jî Harf got, pêvajoya gotûbêjên bi Îranê re nabe sedema xurtbûna pêwendiyên Amerîka û wê, bi temamî ji gotara Netanyahu cuda ye.
Rudaw
