Pêşdeçûnên YPGê li Kantona Cezîrê; Til Berak azad bû
Li gor nûçeyên ku hatine belavkirin, Yekîneyên Parastina Gel piştî ku di maweya çend rojên bihorî de karîn bajarê stratejîkê Til Hemîs û derdora wê ji rêxistina terorîstiya DAIŞê paqij bikin û ewê navçeyê bi temamî azad bikin, hêzên ser bi YPGê ve di operasiyoneke berfireh de karîne Til Berak duyemîn bajar û navçeya stratejîk a ser bi Kantona Cezîrê ve ji dest DAIŞê derbixin û piştî şer û pevçûênên çend rojî karîne evê navçeyê ji jêr desthilatdariya DAIŞê rizgar bikin.
Navenda ragihandina YPGê di evê bareyê de daxuyaniyeke weşandiye û tê de ragihandiye:´´ navçeya hestyar û strateîka Til Berak heta 5 kîmloetran derdora wê ji aliyê rojhilatê bajar ve ji destê DAIŞê hatiye azadkirin û di şerê azadkirina evê navçeyê de 70 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.
Li gor daxuyaniya YPGê du fermandeyên mezinên DAIŞê bi navên Ebûbekir Sefhawî û Cewad Heskawî di şerê azadkirina Tilr Berak de bi destê hêzên YPGê hatine kuştin. YPGê herwiha daye xuyakirin, ku operasiyona paqijkirina derdora navçeyên Til Hemîs û Til Berak hêşta berdewam eû dê heta paqij kirina hemû deverê berdewam be.
Di daxuyaniyê de amaje bi ewê hatiye kirin, ku gundê Om Erusku di bin kontrola DAIŞê de bûye ji aliyê hêzên YPGê ve hatiye azadkirin û li evê navçeyê welatiyekî tirk ê endamê DAIŞê bi birîndarî ji aliyê YPGê ve hatiye desteserkirin.
