• Tuesday, 17 February 2026
logo

Brîtaniyek di nava YPG de şehîd bû

Brîtaniyek di nava YPG de şehîd bû
Endamekî berê yê Hêzên Deryayî yên Brtîtanya di nava şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, di şerê li dijî DAIŞê de şehîd bû.


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di daxuyaniyekê de ragihand ku şervanê brîtanî “Costandos Eric Scorfilid” di şerê li dijî DAIŞê de li derdora bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şehîd bû.

YPG di daxuyaniye xwe de diyar kir ku, Scorfilid, ku berê endamê Hêzên Deryayî yên Brîtanya bû, berî niha tevlî şervanên YPG bibû û pêr Duşemê, 02.03.2015, li derdora bajarê Qamişlo birîndar bibû piştire li nexweşxaneyê şehîd bibû.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Brîtanya di daxuyaniyekê de ragihand ku “Heya wê ji mirina welatiyekî brîtanî li Sûriyê heye.”

Peyamnêrê BBC jî ragihand ku, YPG ji malbata “Costandos Eric Scorfilid” xwestiye ku termê kurê wan li Rojavayê Kudistanê veşêre ji ber ku ew “Şehîdê” Rojavayê Kurdistanê ye.

Di dawiya meha borî de jî, di çarçoveya operasyona zadkirina Til Hemîsê de, şervanekî australî bi navê “Bagok” di nava YPGê de şehîd bibû.

basnews
Top