Serok Komar serdana Serokê Herêma Kurdistanê kir
Li avahiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji aliyê Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve pêşwazî li Serok Komar û şanda li gel hate kirin.
Di kombunê da rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê li ruyê siyasî û emnî ve xistin ber behs û guftûgoyê, her wiha behsa rewşa meydanî ya bereyên rûbirubuna terorîstên Da'îş kirin û xweragirî û azayetiya bêwêneya Pêşmerge li vî derbarî de bi bilind hate nirxandin.
Li hevdîtinê de Serok Komarê Iraqê pîrozbahiya serkeftinên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li Serokê Herêma Kurdistanê kir û pirse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî hemû kesukar û malbatên serbilindên wan Pêşmergeyên qehreman kir ku li rûbirubuna terorîstên Da'îş da canê xwe gorî kirin û gihîştin karwana şehîdan û bi xwîna xwe parêzgeriyê li destkeftên giranbihayan kir.
Her li vê kombunê da peywîst bi peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêr her du alî tekez li pêwîstiya berdewambûna guftûgoyan û pabendbûna her du aliyan bi rêkkeftinnameya di navbera Hikumeta Navendî û Hikumeta Herêma Kurdistanê kirin û bi taybetî ku pabendbûna bi rêkkeftinan li berjewendiya Hikumeta Federal û Hikumeta Herêma Kurdistanê daye. Serok Barzanî jî wê yekê dûpatkir ku Herêma Kurdistanê berdewam dibê li piştgîrîkirina proseya siyasî û Hikumeta nû ya Iraqê.
Li beşekî dinê hevdîtinê de behsa jiyan û rewşa wê hejmara zêdeya koçber û penaberan kirin ku weku penagehekî aram xwe spartine Herêma Kurdistanê û Dr Fuad Mesum destxweşiyê li gelê Kurdistanê û Hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku wê xelkê lêqewimî himbêz kiriye bi taybetî li vê rewşa dijwar da. Her ji bo wê yekê jî bi pêwîst zanîn ku Hikumeta Federal erk û berpirsiyariya xwe ya beramber yarmetîdana koçberan de bi cîh bîne.
