• Tuesday, 17 February 2026
logo

Demirtaş: AKP dixwaze aştiyê bike bazara hilbijartinan

Demirtaş: AKP dixwaze aştiyê bike bazara hilbijartinan

Hevserokê HDP Selahattin Demrtaş dîyarkir kû AKP dixwaze xeyala aştiyê bike bazara hilbijartinan.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de axivî û pêvajoya sîyasî ya Tirkiyeyê nirxand. Demîrtaş diyar kir ku piştgiriya ji HDP'ê re tê dayîn bû sedema panîkê û dest bi îftîra û komployan kirin û wiha got: "Ji ber ku qirêjiyên wan hiştine astekî herî roj dest bi polîtîkayên qirêj dikin. Kesên êrîşê li me dikin tenê xwe bêzar dikin."

Demîrtaş, diyar kir ku daxwaza HDP'ê ya herî mezin bila tu caran şer çênebe ye û çi dibe bila bibe alîgirê siyaseteke demokrasiyê ne. Demîrtaş, destnîşan kir ku di demek herî kurt de divê pêwîstiya bangewaziyê pêk bê, her keseke tiştê dikeve ser milên wan bikin.

Demîrtaş, li ser îdeayên ku dê daxûyaniya hevpar dê 20 roj berê hatibûya kirin lê ji ber Demîrtaş dereng maye û wiha got: "Baş e ez dixwazim ê vê yekê dibêjin re vî bipirsim; dê daxûyanî 7 meh berê hatibûya kirin, kî/ê dereng hişt? Ji bo Tirkiyeyê dê nebaştir bûya? Çima 7 meh dereng hate hiştin bila pêşî bersiva vê bidin. Çima? Lewra xwestin di dîrokeke nêzî hilbijartinê çêkin, xeyala aştiyê bazar bikin."

Xendan
Top