Tirkiyê alîkariyên serbazî ji Iraqê re şand
Tirkiyê piştî ku biryar da alîkariyên serbaziya hikûmeta Iraqê bike, duh 2 firokeyên leşkerî yên ji curaya C-130 ku alîkariyên leşkerî Tirkiyeyê tê de bûn, gihîştine Baregeha esmanî ya El Mesenna ku 20 kîlometra dûrê rojhilata Bexdadê ye.
Eve jî di demekê de ku biryare îro 4/3/2015 wezîrê parastinê yê Tirkiyê serdana Iraqê bike û di serdana xwe de hem serdana Bexdadê û hem jî serdana Hewlêrê bike.
Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bexdadê daxuyaniyek weşandiye û têde ragiahndiye: ´´Tirkiyeyê him di çarçoveya li şerê dijî DAIŞê û di bin bane hevpeymaniya navdewletî, hem di asta dualî de, di mijara terorê de her dem ligel gel û Hikûmeta Iraqê ya dost û bira bû û dê ligel wan be. Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo yekîtî û bihevrebûna Iraqê çi ji destê wê bê dê bike û piştgiriya xwe berdewam bike.´´
Balyozê Tirkiyê li Bexdadê jî tekez kir û got: ´´Tirkiye piştgiriya xwe ya ji bo yekîtî û bihevrebûna Iraqê, îstiqrar, ewlehî û gumrahîya Iraqê çi ji destê wê bihê dê bike û piştgiriya xwe berdewam bike.´´
Jêder: AA
