• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Îranê 6 girtiyên din ên kurd hatin bidarvekirin

Li Îranê 6 girtiyên din ên kurd hatin bidarvekirin
6 girtiyên Kurd ên ku ji ber tohmetên mezhebî li girtîgeha bajarê Kerec yê girêdayî Tehranê hatibûn cezakirin, îro sibehê hatin bidarvekirin.

Hat ragihandin ku ew 6 girtiyên Kurd ên bi navê Hamid Ehmedî, Kemal Melayî, Cemşîd Dêhqanî, Cehangîr Dêhqanî, Sidîq Mihemedî û Seyid Hadî Hisênî, îro sibehê hatin bidarvekirin.

Yek ji xizmên Hamid Ehmedî ragihand ku wan termên wan 6 kesên hatine bidarvekirin nedîtine, lê rêveberên zindanê ji wan re gotine, her 6 kes hatine bidarvekirin.

Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî berî niha di daxuyaniyekê de daxwaz kiribû ku bidarvekirina wan çalakvanan were sekinandin.

Herwiha kesayetiyên olî yên Sunne jî daxwaz kiribû cezayê bidarvekirina wan bê rawedtandin.

Ew 6 çalakvan bi kuştina pêşnimêjê bajarê Sineyê hatibûn tombetbarkirin, lê wan ev tomet red kiribûn.

Yek ji wan kesên ku îro hat bidarvekirin, ji Rûdawê re gotibû ku dema pêşnimêjê Sineyê hat kuştin, ew di zindanê de bûn.

Tê zanîn ku bûyera kuştina pêşnimêjê Sine berî 5 salan çêbibû.

Rudaw
Top