Îranê kurdek başûrî daleqand
Li gorî zanyariyan, Nîhad Wehîd serê sibeha roja dûşemê, di zindana Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve hate bidarvekirin.
Birayê Nîhad, Seyfedîn Wehîd ku li bajarê Soran yê Başûrê Kurdistanê niştecî ye, ji Rûdawê re got, birayê wî 4 salan beriya niha li Ormiyê hate girtin û piştî 3 mehan cezayê bidarvekirinê lê hate birîn.
Seyfedîn Wehîd herwiha got 4 salan beriya niha îstixbara Ormiyê li wî bajarî çend caran mala wan kontrol kirine, keç û jinên wan jî li dijî wê hêzê derketine û ew ji mala xwe derxistine. Li gorî gotina birayê Nîhad, rêveberiya îstixbaratê wê demê ji wan re gotiye ku ewê tola xwe ji wan bistînin û êdî ew birayê xwe Nîhad nabînin.
Birayê Nîhad ji Rûdawê re got, birayê wan bêyî ku haya wî ji tiştekî hebe, bi tometa madeyên hişber hate cezakirin.
Serê sibeha roja dûşemê malbata wan hate haydarkirin ku Nîhad di zîndana Ormiyê de hatiye bidarvekirin û divê ew biçin cenazeyê wî wergirin.
Rudaw
