Her du Serokwezîrê Kurdistan û Îtalyayê civiyan
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi civiya.
Di destpêka hevdîtinê de Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan barzanî jiber piştgîriyên însanî û leşkerî yên Îtalyayê bo Kurdistanê, spasiyên gel û hikûmeta Kurdistanê pêşkêşî Serokwezîrê Îtalyayê kir û ragehand ku serdana Serokwezîrê Îtalyayê bo Kurdistanê di Hawîna borî de piştgîriyeke gelek mezin bû bo gelê Kurd.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de bi kurtî behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê û serkeftinên hêzên pêşmerge kir û balkêşande ser ev bara giran yaku li ser stuyê hikûmeta Kurdistanê ye û tekez li ser vê yekê kir ku hikûmeta Kurdistanê pêdiviya xwe bi hevkariyên zêdetir heye.
Di beşeke din ya hevdîtina han de Matteo Renzi jî kêfxweşiya xwe ya li hember serdana Serokwezîrê Kurdistanê bo Îtalyayê diyar kir û got: Hum emîn bin ku piştgîrî û hevkariyên însanî û leşkerî yên Îtalyayê bo Kurdistan didomin û bo ji nav birina terorîstên DIŞIê bi her awayî piştgîriya Kurdistanê dikin.
Renzi di beşeke din ji axaftinên xwe de rêz û hurmetên xwe û gelê Îtalyayê li hember qehremaniya hêzên pêşmerge diyar kir û got: Pêşmerge û gelê Kurd peyama qehremanî û jêhatîbûnê dan cîhanê.
Renzi di berdewamiya axaftinên xwe de behsa vê yekê jî kir ku terorîstên DIŞIê bûne metirsî bo ser deverên din yên cîhanê lewre lazime em hemû bihevre şerê dijî terorîstan bikin û bo vê mebestê jî Îtalya zêdetir ji demên berê û di her warî de vê hevkariyên xwe bo Kurdistanê zêdetir bike jiber ku Kurdistanê devereke steratejîke û em xwe weke dostê gelê Kurd dizanin jiber vê çendê ye ku Îtalya biryar daye Konsulusxaneya xwe li Hewlêrê veke û bi vê yekê jî me xwest peyamek bidin tevahiya aliyan ku niha rewşa Kurdistanê ji her demekî baştir û aramtire.
