• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê derve yê Vatîkanê pêşwaziyê li Nêçîrvan Barzanî dike

Wezîrê derve yê Vatîkanê pêşwaziyê li Nêçîrvan Barzanî dike
Di berdewamiya serdana xwe ya bo Vatîkanê de, şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja duşemiyê 02.03.2015ê li Vatîkanê ji aliyê wezîrê derve yê Vatîkanê ve hatin pêşwazî kirin û di civînekê de wezîrê derve yê Vatîkanê kêfxweşiya xwe li hember serdana şandeya herêma Kurdistanê bo Vatîkanê diyar kir û tekîd kir ku, ew rewşa herêma Kurdistanê û rewşa nuha li deverê heye bi berdewamî dişopînin û got ku, ew kêfxweş e îro ji nêzîk û ji şandeya herêma Kurdistanê bi xwe guhdarîya rewş û pêşhatên dawîn yên herêma Kurdistan, Îraq û deverê dike.

Di civînê de; rewşa bereyên cenga dijî terorê, pêşdeeçûn û serkeftinên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên şerê dijî DAÎŞê, şikestin û paşdekişîna rojaneya terorîstên DAÎŞ li bereyên şerî û hin mijarên din hatin gotûbêj kirin.

Behsa rewşa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hat kirin û tekîd li ser pêwîstiya pêşkeşkirina alîkarî û hevkariyên zêdetir ji aliyê welatên komekbexiş û civaka navdewletî ve hat kirin.


Wezîrê derveyê Vatîkanê sipasiya hikûmet û xelkê Kuedistanê kir ku, bê cudahê pêşwazî li tev koçber û penaberan kiriye û hewandine û alîkarî pêşkeşî wan kirine, herwesa rola herêma Kurdistanê di berhingarbûna terorê de û bergirîkirin û parastina teva pêkhateyên cudayên dever ji êrîşên terorîstan bilind nirxand û got ku, ev helwesta herêma Kurdistanê li cem Vatîkan û civaka navdewletî gelek bi qedir û qîmete.

Têkeliyên herêma Kurdistan û Vatîkanê û têkeliyên herêma Kurdistanê digel dewletên cîran hin mijarên din yên civînê bûn.

Di vê civînê de; cêgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, wezîrê ewqaf û karûbarên olî, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, peyvdarê hikûmetê û nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Îtaliyayê amade bûn.

Top