Nêçîrvan Barzanî û Papayê Vatîkanê rewşa herêma Kurdistanê nirxand
Serokwezîrê di axaftina xwe de got ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan li herêma Kurdistanê hene û vê yekê jî barê hikûmeta herêma Kurdistanêî gelek giran kiriye û herêma Kurdistanê ketiye di rewşeke dijwar de û daxwaz ji Papa kir ku, welatên komekbexiş û civaka navdewletî han bide daku zêdetir û baştir alîkariya koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene bikin.
Papayê Vatîkanê rola hikûmeta herêma Kurdistanê di pêşawzî û hewandina koçber û penaberan, bê cudayî, bilind nirxand û pesna wê pêkvejiyan û biratiya dikevin de li herêma Kurdistanê heye kir û rola herêma Kurdistanê di berhingarbûna terorê û parastina xelkê deverê bilind nirxand.
Di vê dîdarê de; cêgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, wezîrê ewqaf û karûbarên olî, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, peyvdarê hikûmetê û nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Îtaliyayê amade bûn.
