• Tuesday, 17 February 2026
logo

DAIŞê 19 welatiyên Aşorî serbest berdan

DAIŞê 19 welatiyên Aşorî serbest berdan
Rêxistina Dewleta Islamî ya radîkal (DAIŞ) 19 welatiyên Aşorî yên ku ew ji derdora Til Temirê revandibûn, serbest berdan.

Duh, 01.03.2015, DAIŞê 19 welatiyên Aşorî yên ku ew ji derdora bajarokê Til Temirê li Rojavayê Kurdistanê revandibûn, serbest berdan, piştî ku “Dadgeha Şerîy” ya wê rêxistinê biryara berdana wan dabû.

Roja 23ê Sibata borî çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser bajarokê Til Temirê, ku navçeyeke Aşorî ye, û 11 gundên derdora wê dagîr kirin û 220 welatiyên Aşorî jî revandin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, DAIŞê ew welatiyên Aşorî birine navçeya Şedadî ya ser bi Hesekê ve û li wêde wan dadgeh dike.

Rewangehê da zanîn jî ku ew 19 kesên ku hatine berdan “17 zilam û 2 jin in.”

Serbest berdana wan welatiyên Aşorî piştî navbênkariya çend ksayetiyên Ereb ji hozên nêzîk DAIŞê hatibû.

Li gor ku Tora Aşorî ya Mafên Mirovan ragihandiye, niha çend kesayetiyên Aşorî bi serpereştiya Dêra Rojhilat li Sûriyê û bi navbînkariya çend kesaytiyên Ereb peywendiyê bi DAIŞê re dikin, da ku wan 220 welatiyên Aşorî, ku praniyawan jin û zarok in, azad bikin.

Basnews
Top