• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Selaheddînê êrişek berfireh dest pê kir

Li Selaheddînê êrişek berfireh dest pê kir
Hêzên Îraqî li parêzgeha Selaheddîn, îro sibehê ji 5 aliyan ve li derdora bajarên Tikrît, Dûre û bajarokê Elem dest bi êrîşeke berfireh kirin.

Li gorî nûçeyên medyayên fermî yên Îraqê, hêzên Artêşa Îraqê bi dirêjiya 3 kîlometran ber bi navçeya Şêx Mihemmed li rojhelatê Samera pêş ketine û dest danîne ser pira Ebuşewarib.

Herwiha medyayên îraqî ragihandin ku hêzên artêşê hêlên berevaniya DAIŞê li navçeya Benat Hesen û derdora Samera şikandin û bi piştgiriya Heşda Şe'bî artêşê navçeya Ebuhesen li bajarê Dûre kontrol kir.

Rudaw
Top