• Tuesday, 17 February 2026
logo

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Yaşar Kemal

Peyama Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Yaşar Kemal
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi bihîstina nûçeya koça dawî ya romannivîsê navdarê Kurd Yaşar Kemal gelek xemgîn bûm. Helwesta mirovdostane û nivîs û romanên Yaşar Kemal ku derxistina rastiya civakî û siyasî û kêşe û giriftan û mezlûmiyeta mirovê Kurd bûn, wekî gencîneyekî bihadar herdem bi zindî dimînin.

Peyam û helwestên vî zilamê mezin dijî asîmîlasyon û çewsandina gelan û rengdaneweya giyanê aştîxwazî û pêkvejiyana gelê Kurd bûn. Ji destdana Yaşar Kemal ziyanekî mezine ji bo gelê Kurdistanê. Bi vê helkeft û boneya xemgîn serxweşiyê li gelê Kurdistanê û navendên çandî û edebdostan dikim û ruhê xwedê jê razî jî bi bihûşta fireh şad bibe.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
01.03.2015
Top