Hûrgiliyên şerê îro yê Mexmûrê
Serê sibeha îro Yekşemê, 01.03.2015, çekdarên DAIŞ`ê li gundê Til Rîm ê ser bi qezaya Mexmûrê ve, êrîşkirin ser pêgehên Pêşmergeyên Kurdistanê, lê êrîşa wan carek din rastî şikestê hat.
Çavkaniyekê ji Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniya Mexmûrê taybet ji BasNewsê re got: “Sibeha îro Yekşemê 01.03.2015`an li gundê Til Rîm, çekdarên DAIŞ`ê bi çekên curbicur teqe li Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin, piştî bersivdana teqeyên wan ji aliyê Pêşmerge ve, çekdarên DAIŞ`ê li cihê ku jê teqe li Pêşmerge kirin, hatin dûrxistin.”
Çavkaniya BasNewsê diyar kir ku “Piştî şikestina çekdarên DAIŞ`ê li eniya Mexmûrê di du mehên borî de, karîna êrîşkirina çekdarên wê rêxistinê nemaye û Pêşmerge û firokeyên şer ên hevpeymanan, karînên DAIŞ`ê wêrankirine.”
Basnews
