• Tuesday, 17 February 2026
logo

Rojhilatê Kurdistanê – Li zanîngehê kurdî dê fermî bê xwendin

Rojhilatê Kurdistanê – Li zanîngehê kurdî dê fermî bê xwendin
Serokê Zanîngeha Azad li parêzgeha Sine li Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Baqir Kiyanî ragihand ku îsal wê dersa zimanê kurdî li zanîngeha wan bê xwendin.

Mihemed Baqir Kiyanî di civîneke rojnamevaniyê de got, ti astengiyek li ber xwendina zimanê kurdî li zanîngeha Sine tine ye û di sala bê de wê ew ders bi fermî were xwendin.

Kiyanî diyar kir ku wan ji wan mamosta û şarezayên zimanê kurdî xwestiye ku alîkariya zanîngeha Sine bikin.

Derbarê vekirina şaxê zanîngeha Azad li Başûrê Kurdistanê de, serokê wê zanîngehê got, ew amade ne vî karî bikin, lê bi gotin wî, berpirsên Herêma Kurdistanê ji ber hin pirsgirêkan vê yekê niha naxwazin.

Rudaw
Top