DAIŞ gihîşt ser sînorê Erebistana Siûdî
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Hikûmata Iraqê Sead Mean ji Rûdawê re ragihand: “Navenda Mehfur Mecne ya Lîwaya Parastina Sînor li ser sînorê Iraq û Erebistana Siûdî rastî êrişeke çekdarên DAIŞ hat.”
Sead Mean wiha domand: “Hêzên parastina sînor bersiva wê êrişê dan û gellek çekdarên wan kuştin û gellek jî birîndar kirin. Herwiha destê xwe danîn ser çend otomobîlên wan çekdaran.”
Rudaw
