Mûsil: DAIŞ`ê 9 Xirîstiyan darvekirin
Îro Yekşem 1-3-2015`an çavknaiyeke taybet ji nava bajarê Mûsilê ve, ew nûçe piştrast kir got:“ Li taxa Babul Tub ya navîna wî bajarî, çekdarên DAIŞ`ê 9 welatiyên Xirîstiyanî girtin û piştre li pêş çavên welatiyan darvekirin“.
Herwiha wê çavknaiyê got:“ Ew karê DAIŞ`ê ji bo tirsandina welatiyên bajarê Mûsilê bi giştî û Xirîstiyaniyên wî bajarî bi taybetî bû û piştî darvekirina wan jî, rê nedan malbatên wan ku, termên wan bibin û bin axa bikin“.
Wê çavkaniyê wiha axaftina xwe qedand:“ Ji niha ve çekdarên DAIŞ`ê metirsiya raperîna sertaserî ji aliyê welatiyên bajarê Mûsilê ve li ba wan dirust bûye, lewima dest bi kuştin û darvekirina welatyên wî bajarî kirine“.
Basnews
