Tirkiye tevlî operasyona Mûsilê dibe
Parêzgerê Mûsilê Esîl Nucêfî ji Rûdawê re ragihand: “Tirkiye biyar daye ku tevlî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibe.”
Esîl Nucêfî wiha got: “Tirkiye dê bi hemû awayekî leşkerî û lojistîk alîkariya girtina Mûsilê biken.”
Nucêfî wiha domand: “Tirkiye dê çek û teqemeniyan ji me re bişîne.”
Ev gotinên Parêzgerê Mûsilê piştî wê yekê hatin ku, birayê wî Cîgirê Serokomarê Iraqê Usama Nucêfî serdana Tirkiyeyê kir û ligel Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê wê Ehmet Davûtoglu civiya.
Rudaw
