Barzanî ji tevlîbûna şervanên êzîdî di nav milîsên şîe de nerazî ye
Çend roj berê 1000 şervanên kurd ên êzîdî yên xwe wek “Hêza Parastina Şingalê” bi nav dikin, tevlî hêza bi navê Heşdê Şeibî, ku ji milîsên şîe pêk tê, bibûn. Ew hêz, wek “Heşdê Şeibî ya Şingalê” tê binavkirin û mûçe ji hikûmeta Iraqê distînin.
Li gorî medyaya Tevgera Gorranê, li ser vê yekê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku di heman demê de fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ên Herêma Kurdistanê ye jî, roja 24ê Sibata îsal nameyek ji Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir re şandiye û tê de nerazîbûna xwe li hember avakirina Heşdê Şeibî li devera Şingalê nîşan daye û ferman daye, pêşiya xebatên wê hêzê bigire.
Barzanî her wiha di nameyê de diyar kiriye, avakirina hêzeke wisa li dijî berjewendiyên niştimanî û Pêşmerge ye û nabe jibilî Pêşmerge ti hêzeke din li Kurdistanê hebe û wiha gotiye: “Ew hêz ne qanûnî ye û divê demildest were hilweşandin.”
Li ser nameya Barzanî, Rêveberê Ragihandinê yê Wezareta Pêşmerge Helgord Hîkmet ji Rûdawê re got, min nameya Barzanî nedîtiye lê haya min jê heye ku her gav nameyan ji Wezîrê Pêşmerge re dişîne û şîretan lê dike.
Helgord Hîkmet diyar kir ku ti alternatîfek ji bo Pêşmerge tine ji ber ku Pêşmerge takehêz e ku kariye DAIŞê bişkêne û bide sekinandin û wiha got: “Pêşmerge ji artêşa Iraqê pir cudatir e çimkî artêşa Iraqê ji hev ketiye û li hember terorîstan şikestiye. Lewma ew cihên ku Pêşmerge lê hebin lazim nîne hêzeke din hebe.”
Rudaw
