• Tuesday, 17 February 2026
logo

Malikî biniyaz bû êrîşê Hewlêrê bike

Gulan Media February 28, 2015 Nûçe
Malikî biniyaz bû êrîşê Hewlêrê bike
Du Parlamenterên Iraqê metirsiyên Nûrî Malikî li ser pêşeroja proseya siyasî ya Iraqê tînin ziman û aşkere dikin ku “Malikî wê rasterast êrîşî Herêma Kurdistanê bikira”.

Parlamenterê berê yê Iraqê Sîrwan Ehmed di daxuyaniyekê de ragihand ku, di heyama çar salên borî de, wî hawar kir ku Nûrî Malikî ne zilamê siyaset û dewletê ye, heta min pêşniyar kir ku navî Lîsteya Dewleta Yasa bê guhertin û got: “Malikî çi ji dest derket li dijî Herêma Kurdistanê bikar anî, her ew yek jî bû sedema hatina DAIŞ`ê, ew hemû çek û teqemeniyên gehîştinî destê DAIŞ`ê yên wan şaşiyan bûn, wek Mailkî fermandarê Hêzên Çekdar nikarîbû Iraqê birêve bibe, lewima niha jî divê li ser ketina Mûsilê lêpirsîn ligel were kirin.”

Sîrwan Ehmed amaje bi wê yekê jî kir ku: “Niha Malikî piştî ku şikest, dixwaze şikestinên xwe bi ser hikûmeta Ebadî ve bi sepîne, çunkî ti çareyeke din li pêş wî nemaye.”

Ji aliyê xwe ve, Parlamenterê Iraqê Adil Nûrî di daxuyaniyekê de ji BasNewsê re ragihand ku “Dema DAIŞ hat Iraqê û bajarê Mûsilê dagîrkir, Malikî gef li bajarê Hewlêrê û Kurdistanê dixwar û digot, Hewlêr warê terorîstane, ev jî ji hevcudakirinek têde ye, dema serokê hêzên çekdar û serokwezîr gefan li cihekî bixwe, wate dikare rokêt baran jî bike, yan dikare jêr bike jor û nan û avê bi bire, lewima Malikî henek nekiriye di gefxwarinê de li hember Herêma Kurdistanê, çi bi awayê rasterast be yan ne rasterast, çûnkî di dema xwe de hêz anî ser sînorê Herêma Kurdistanê.”

Basnews
Top