Çekdarên DAIŞê bihev dikevin
Fermandarekî Pêşmerge li eniya Guwêrê aşkere kir ku, çekdarên DAIŞ`ê di nava xwe de bi hevdikevin û sedemên wî şerî jî aşkerebûna armancên DAIŞê li cem çekdarên biyanî ye.
Fermandarê navçeya Germiyan yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Xalid Germiyanî ji BasNewsê re got: “Şeva borî çekdarên DAIŞ`ê pêgehên Pêşmerge top baran kirin, herwiha Hêzên Pêşmege û firokeyên şerên hevpeymanan bi dijwarî pêgehên çekdarên DAIŞ`ê top barankirin û piştre çekdarên DAIŞ`ê topranên xwe rawestandin, lê zirarên çekdarên DAIŞ`ê nehatine zanîn.”
Xalid Germiyanî diyar kir ku “Çekdarên DAIŞ`ê di nava xwe de behvdikevin û sedema wê yekê jî vegerandiye bo yekê ku, ew çekdarên ji mebesta DAIŞ`ê têgihîştine ku, bi navê cîhadê û Dewleta Islamî bû, lê bo wan derketiye ku ew yek dûre ji rastiyê.”
Herwiha Hewramî got: “Gelek caran li gundan ew bi hevdikiven û vê yekê jî, wiha kiriye ku, karîna êrîşkirina wan nemaye û bê hêz bûne.”
Basnews
