Şervanên YPGê niha li ber deriyê Til Berekê ne
Çavkaniyekê ji nêzîkî Til Temirê ji Rûdawê re got niha şerekî giran li ber deriyê bajarokê Til Berekê yê di destê DAIŞê diqewime û şervanên YPGê bi piştgiriya hêzên eşîreta Şemer û balafirên hevpeymaniya navdewletî pêşde diçin.
Hat ragihandin ku şer niha li nav bajarokê Til Berekê çêdibe û şervanên YPGê li wir pêşde diçin.
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl di daxuyaniyekê de got, şervanên wan niha bajarokê Til Hemîsê ji mayînan pak dikin û li pey çekdarên DAIŞê digerin.
Rêkxistineke mafên mirovan li Sûriyê jî eşkere kir ku di şerê li Til Hemîsê de 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û termên gelek çekdaran di destê şervanên YPGê de ne.
Çavkaniya Rûdawê herwiha got, bi dehan malbat ji gundên Til Berek yên ku di destê DAIŞê de ne ber bi gundên kurdan li başûrê Qamişlo direvin.
Rudaw
