Almanya karwaneke din hevkarî bo pêşmerge dişîne
Biryare îro hikûmeta Almanyayê karwaneke din hevkariyên leşkerî bo hêzên pêşmerge bişîne.
Di vê derbarê de hat ragehand ku wezareta parastinê ya Almanyayê daxuyaniyek weşandiye û di daxuyaniya han de behsa vê yekê kiriye ku vê îro hikûmeta Almanyayê karwaneke din hevkariyên leşkerî bo hêzên pêşmerge bişîne.
Li gor daxuyaniya wezareta parastinê ya Almanyayê vê Almanya bi du caran karwaneke din ji hevkariyên xwe bişîne bo hêzên pêşmerge û îro yekem karwana wan hevkariyan bi rêya balefirxaneya Hewlêrê digehêjin Kurdistanê û di destpêka meha Adarê de jî karwana dudiyan ya wan hekvariyan deghêjin Kurdistanê.
