• Tuesday, 17 February 2026
logo

Demîrtaş: Em bi dewletê re hêşta negihîştine noqteya daxuyaniyeke hevpar

Gulan Media February 27, 2015 Nûçe
Demîrtaş: Em bi dewletê re hêşta negihîştine noqteya daxuyaniyeke hevpar
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş di derbarê pêvajoya aşitiyê de got "Em hêj nehatine noqteya ku daxuyaniyek hevpar bihê dayîn. Ji ber ku her tim li ser pêvajoya çareseriyê ji hêla hikûmetê ve daxuyaniyên manîpulekirinê tên dayîn. Em piştgiriyê didin danûstandinên aştiyê."


Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş di meha 7'ê hezîranê de ji bo hilbijartinê ji bo ku bi partiyên siyasî û saziyan re bikeve tifaqê li awahiya HDP'a Amedê hevdîtin pêk anî. Beriya hevdîtinê Demirtaş mijara pêvajoya çareserî û operasyona Tirba Suleyman Şah ji çapemenî re parve kir.

Demîrtaş diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ji bo Tirkiye yê tehdîdêk e û wan ev mijar gelek caran aniye rojevê. Demîrtaş got: "Niha em dibînin ku DAIŞ'ê hêdî hêdî Tirkiyeyê tehdît dike. Ez bawerim ji vir şûnde ji aliyê DAIŞ'ê tehdîdeke mezin were. Dê ji her derê li hemberî Tirkiyeyê tehdîdên wan mezin bibin."

Demîrtaş pirsên têkildarî pêvajoya çareseriyê jî bersivand û ev tişt anî ziman: "Em hêj nehatine noqteya ku daxuyaniyek hevpar bê dayîn. Ji ber her tim li ser pêvajoya çareseriyê ji hêla hikûmetê ve daxuyaniyên manîpulekirinê tên dayîn. Em piştgiriyê didin muzakereya aştiyê. Em ji bo vê çi ji destên me bê em bikin. Em zanin ku hewceya Tirkiyeyê bi aştiyê ye. Heya niha tu tiştekî şênber derneketiye holê."

Demîrtaş bibîr xist ku heyeta Îmraliyê serê sibehê zû çûye Qendîlê û got ku dema ku heyet vegere Enqereyê bi hikûmetê re hevdîtinê pêk bîne. Demîrtaş bilêv kir ku encama hevdîtinê erênî be naveroka hevdîtinê ji raya giştî re parve bikin.

xendan
Top