• Tuesday, 17 February 2026
logo

Zêbarî: Hewlêr û Bexda girêdayî rêkeftinanin

Gulan Media February 27, 2015 Nûçe
Zêbarî: Hewlêr û Bexda girêdayî rêkeftinanin

Wezîrê darayî yê Îraqê dibêje Hewlêr û Bexda girêdayî rêkeftinên îmze kirîne.

Wezîrê darayî yê Îraqê Hoşiyar Zêbarî di presskonferansekî de ragehand ku her çend kêşe û arîşeyên curbicur jî hebin lê Bexda û Hewlêr girêdayî bi wan rêkeftinanin ku bihevre îmze kirine.

Zêbarî eşkere kir ku niha Îraq rastî qirîzeke mezin ya darayî bûye û pere di destê hikûmeta Îraqê de nemaye.
Derbarê ev gotinên ku behsa hilweşandina rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê dikin, Zêbarî eşkere kir ku ev gotinên han dûrin ji rastî jiber ku her du alî girêdayî bi rêkeftinê ne.

Derbarê daxuyaniyên hikûmeta Kurdistanê de jî yên taybet bi mekanîzma şandina petrolê bo derve Zêbarî got: Ev tiştên ku hikûmeta Kurdistanê dike û ev daxuyaniyên ku dide gelek rastin jiber ku ti hikûmetek nikare rojane ew rêjeya ku Bexda daxwaz dike, bi wan derfetên kêm bişîne ji derve re.

Top