• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serokwezîr têkdana muzexaneya Mûsilê şermezar dike

Gulan Media February 27, 2015 Nûçe
Serokwezîr têkdana muzexaneya Mûsilê şermezar dike
Nêçîrvan Barzanî serokwwezîrê herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê têkdana muzexaneya şaristaniya bajarê Musilê ji aliyê rêxistina terorîstiya DAÎŞ ve bi dijwarî şermezar dike û dibêje ku, ew kiryara terorîstên DAÎŞ nîşan dide ku ew rêxistin ji bo ser dîrok, şaristanî û hemû cîhanê metirsî ye.

Ev li jêr teksta daxuyaniya serokwezîr:

Hemû xelkê Kurdistan û Îraqê bi dîtina dîmenên wêrankirina muzexaneya şaristaniya bajarê Mûsilê xemgîn bûn. Rêxistina terorîstiya DAÎŞ ew peyker û şûnewarên dîrokî ku, dîroka bi hezaran salan berê zayînê nêşna didin bi awayekî gelek hovane têkdan. Wêrankirina wê muzexaneyê û têkdana wan şûnewaran, ji bo şaristaniya hemû cîhanê ziyaneke gelek mezin bû.

Em di wê baeriyê de ne ku, hemû cîhan digel me xemgîn e ji bo jinavbirina wan şûnewarên dîrokiyên şaristaniya Mezopotamiya, aşuriyan, kildanan, mîdiya û çaxên kevnên Îsalmê, ew yek ji bo mîratê mirovatiyê ziyaneke mezin e. Wê kiryara DAÎŞê careke din ew yek eşkere kir ku, ew rêxistin ne bi tenê dijî mirovan e lê ew dijî hemû mîrat û buhayên mirovatiyê û şaristaniya gelan e.

Em, wêrankirina wê muzexaneyê ku, nîşana pêkvejiyana gelên deverê bû, bi dijwarî şermezar dikin û di heman demê de em dengê xwe didin pal dengê waliyê Mûsilê ku daxwazê ji rêxistina UNESCO û hemû welatên deverê ku rê li pêşiya revandina wan parçe şûnewarên DAÎŞê pêş wêrankirinê ji muzexaneyê ji dizîne ji bo derve, bigirin ji ber ku ew şûnewar beşekin ji samanê giringê Îraq û deverê.

Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Kurdistanê
26.02.2015

Top