Hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê dibin yek
Endamî Serkirdatiya PDK-Sê Nûrî Birîmo ji malpera kdp.info re ragihand “Rêkeftina Dihokê” tê cîhbicîhkirin û divê ew bilêz jî hewl bidin.
Nûrî Birîmo wiha got: “Vê care em gellekî rijd in li ser cîhbicîhkirina rêkeftina Dihokê, lê TEV-DEM li ser kiryarên xwe wek leşkeriya neçarî û lidarxistina hilbijartinan bi tenê berdewam e. Ji ber ku li gorî wê rêkeftinê pêwîst e ji niha û pê de kanton nemînin û hersê kanton bibin yek rêveberî û hêzeke leşkerî ya hevbeş were pêkanîn.”
Herwiha Birîmo tekez kir ku, “Ji îro de komîteya guhertina kantonên Rojavayê Kurdistanê bo yek rêvebirinê, dest bi karê xwe dike, herwiha komîteya lekerî jî dest bi karê xwe dike.”
Komîteya leşkerî ya Lêvegera Siyasî ji Ebdulsemed Xelef Biro, Îsmaîl Hemê, Beşar Emîn, Mihmed Şiwêş, Mistefa Meşayix, Mihemed Mûsa, Fewzî Şingalî, Ferhad Têlo û Mizgîn Ehmed pêk tê.
Komîteya pêşvebirina rêveberiya xweseriyê jî ji Muhsin Tahir, Neimet Dawûd, Tahir Sifûk, Fêsel Yûsif, Ebdilselam Ehmed, Nesredîn Îbrahîm, Salih Gedo, Cemal Şêx Baqî û Selwa Bedran pêk tê.
Rudaw
