• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li şandeyeke Îranê dike

Gulan Media February 26, 2015 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li şandeyeke Îranê dike
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, duhî roja 25.02.2015ê li bajarê Hewlêrê. Pêşwazî li Rustemî Qasimî serokê geşepêdana êkonomiya Îran û Îraqê û şandeya pê re kir û di civînekê de têkeliyên navbera Kurdistan û Îranê nirxandin.

Serokwzîrê herêma Kurdistanê û serokê geşepêdana êkonomiya Îran û Îraqê di civîna xwe de têîkeliyên navbera Hewlêr û Taranê û çewania pêşxistina wan têkeliyan di hemû waran de û bi taybetî di warê êkonomî, enerjî û infranstrukturayê û hevahengiya navbera her du aliyan de nirxandin.

Rewşa giştiya herêmî û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û şerê dijî terorê hin mijarên din bûn di civînê de hatin gotûbêj kirin.

Şandeya Îraqnê a bi serokatiya Qasimî di vê serdanana xwe ya bo herêma Kurdistanê dê digel wezîrê samanên xwezayî û wezîrê avadankirinê yên herêma Kurdistanê bicive û di civînên xwe de dê mekanîzma hevkarî û hevahengiya navbera Komara Îslamiya Îranê û herêma Kurdistanê di warên enerjî, çavkaniyên xwezayî, avadankirin û infrastrukturayê de gotûbêjan bikin.
Top