Qedexeya PKK rojeva civîna Parlementoya Elmanyayê ye
Biryare îro Pêncşemê (26.02.2015) demijmêr 17:00ê êvarê bi dema Ewropayê,li ser daxwaza koma Partiya Çep a Elmanya ( Dîe Lînke ) Parlementoya Elmanya dê civîneke taybet liser qedexeya Partiya Karkerên Kurdistanê ( PKK ) civîneke taybet li darbixe.
Wê di civînê de Şêwirmenda Elmanya Dr. Angela Merkel û gellek berpirsên fermî û hizbî û serokên frakesyonên Parlementoya Ewropa beşdar bibin.
liser navê kurdan şandeyek beşdar dibe ku ji 3ê kesan pêktê ew jî di civînê de ciyê xwe bigrin, ew kes jî ji rêveberên Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdên li Elmanya ( Nav – Dem )ê ne. Liser qedexeya 22 salan nîqash bikin û nêrînên xwe bînin ziman.
hêjayî gotinê ye di 26.11.1993an bo cara yekemîn Parlamentoya Elmanya Federal biryarek derxist têde PKK xist nava lîsteya reş de, ji bo wê jî bi sedan kar û çalakî û bername ji aliyê rêkxistinên kurdî û elmanî ve hatin sazdan daku navê kurdan ji lîsteyê derxînin, ku kurd ne ji hejî wê yekê ne ku navê wan bikeve lîsteye reş de.
Basnews
