Serok Barzanî qanûna bi îdare kirina Helebceyê îmze kir
Serokê Kurdistanê qanûna bi îdare kirina parêzgeha Helebceyê îmze kir.
Piştî ku parlementoya Kurdistanê di civîna xwe ya li Helebceyê de proje qanûna bi îdare kirina parêzgeha Helebceyê pesend kir, îro jî ev proje qanûna han ji aliyê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ve hate îmzekirin.
Her îro aliyên siyasî yên li Helebceyê jî civîna xwe ya çaran li vê bajarê lidar xistin.
