• Tuesday, 17 February 2026
logo

Li Qamişlo civînên girîng

Gulan Media February 25, 2015 Nûçe
Li Qamişlo civînên girîng
Herdu komîteyên leşkerî û pêşvebirina rêveberiya xweseriyê yên Lêvegera Siyasî wê îro li bajarê Qamişlo bicivin.

Di civîna de wê herdu komîte derbarê kar û erkên xwe de gotûbêjan bikin û pilanekê ji bo destpêkirina karê xwe amade bikin.

Her komîteyek ji wan ji 9 kesan pêk tê, 4 ji Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û 4 ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û partiyên din ligel endamekî serbixwe yên lêvegerê.

ENKSê duhî di civînekê de her 8 nûnerên xwe ji bo komîteya leşkerî û komîteya pêşvebirina rêveberiya xweseriyê diyar kiribûn.

Komîteya leşkerî ya Lêvegera Siyasî ji Ebdulsemed Xelef Biro, Îsmaîl Hemê, Beşar Emîn, Mihmed Şiwêş, Mistefa Meşayix, Mihemed Mûsa, Fewzî Şingalî, Ferhad Têlo û Mizgîn Ehmed pêk tê.

Komîteya pêşvebirina rêveberiya xweseriyê jî ji Muhsin Tahir, Neimet Dawûd, Tahir Sifûk, Fêsel Yûsif, Ebdilselam Ehmed, Nesredîn Îbrahîm, Salih Gedo, Cemal Şêx Baqî û Selwa Bedran pêk tê.

Avakirina komîteyên leşkerî û pêşvebirina rêveberiya xweseriyê ligel Lêvegera Siyasî ji xalên Rêkeftina Dihokê ne ku di navbera ENKSê û TEV-DEMê de hatiye îmzekirin.

Rudaw
Top