Vegera xelkê Kobanê didome
Piştî azad kirina tevahiya gundên Kobanê xelkê vê bajarê dest bi vegerê kir.
Piştî azad kirina tevahiya gundên derdorê Kobanê ji aliyê hêzên pêşmerge û şervanên YPGê ve şîniyên Kobanê û gundên derdor yên ku warên xwe bicîh hêştibûn dest bi vegerê bo warên xwe kirin.
Di vê derbarê de çend çavkanî li Kobanê diyar kirin ku heta dohê êwarê zdêtir ji 6 hezar şîniyên Kobanê û gundên derdor bi rêya deriyên sînor li navçeya Suruç ya li Bakûrê Kurdistanê de vegeriyane Kobanê.
Çavkaniyên han eşkere kirin ku rojbiroj hijmara wan kesên ku vedigerên warên xwe zêde dibe lê li ser sînor ji aliyê Tirkiyeyê hinek bi hêdî karûbarên wan tên cîhbicîhkirin.
