• Tuesday, 17 February 2026
logo

YPG 70 gund li Cizîrê azadkirin

Gulan Media February 25, 2015 Nûçe
YPG 70 gund li Cizîrê azadkirin
Di şer û pevçûnên li nêzîk Til Hemîs û Cezaayê li Rojavayê Kurdistanê de, 132 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, rêxistineneke mafên mirovanî jî hejmara gundên ku li wê navçeyê hatine azadkirin aşkere dike.

Ji 21ê Sibatê ve, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şervanên Artêşa Kerame, ya ser bi Hevserokê Kantona Cizîrê Himêdî Deham ve, bi alîkariya firokeyên hevpeymanan û topbaran Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dest bi azadkirina gundewarên Til Hemîs û Cezaayê kirine.

Li gor daxuyaniyeke Rewangiha Sûrî ya Mafên Mirovan, ji 21heta 25ê Sibatê, bêhtir ji 70 gundî di navbera Til Hemîs, Cezaa û Holê de ji dest çekdarên DAIŞê hatine azadkirin. Tevî kontrolkirina rêya serekî di navbera bajarokê Til Hemîs û Holê de.

Roja 22ê Sibatê û li ser raspardeya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji gundê Xanesorê yê ser bi qeza Şingalê ve, pêgehên çekdarên DAIŞê li Cezaa û derdora wê topbaran kirin, wek piştgiriyekê ji şerê şervanên YPG re li dijî çekdarên DAIŞê.

Ji bilî topbarana Hêzên Pêşmerge, firokeyên hevpeymanan jî di çend rojên borî de pêgehên çekdarên DAIŞê li navçeya Til Hemîs, Cezaa û Holê bombebaran kirin, da ku ew jî rê li pêş pêşdeçûna şervanên YPGê xweş bikin.

Rewangeha Sûrî belavkiriye jî ku, di her 5 rojên şer de herî kêm 132 çekdarên DAIŞê hatine kuştin, termê wan çekdaran jî di dest şervanên YPG de ne.

Di nava rêzên YPG de jî, 5 şervan şehîd ketine, li gor Rewangiha Sûrî jî yek ji wan şervanan biyanî ye.

Pêr, 23.02.2015, çekdarên DAIŞê êrîş kirine ser bajarokê Til Temir, ku navçeyeke Aşorî ye, li Rojavayê Kurdistanê û çend gundewarên wê jî dagîr kirin.

Piştî dagîrkirina hejmarek gund, çekdarên DAIŞê 90 welatiyên Aşorî ji gundên Til Hirmiz û Til Şamîramê revandin û gefa kuştina wan xwariye eger firokeyên hevpeymaniya navdewletî operasyonên xwe li dijî pêgehan wan ranewestînin.

Herwiha çekdarên DAIŞê 2 welatiyên Aşorî li gundê Xêbiş ê ser bi Til Temirê ve kuştin bi tohemta alîkariya şervanên YPGê, li gundê Til Hirmiz jî dêreke kevnar şewitandin.

basnews
Top