• Tuesday, 17 February 2026
logo

Hezar şervanên êzîdî tevlî milîsên şîe bûn

Gulan Media February 25, 2015 Nûçe
Hezar şervanên êzîdî tevlî milîsên şîe bûn
Tê gotin hezar şervanên Hêza Parastina Şingalê (HPŞ) tevlî hêza iraqî ya bi navê “Heşdî Şeibî” bûne. Fermandeyê HPŞê jî dibêje, ew ti carî ne li dijî Kurdistanê ne, ne jî li dijî Pêşmerge.

Hezar şervanên kurd ên êzîdî yên ku xwe wek “HPŞ” bi nav dikin, tevlî milîsên şîe yên bi navê Heşdî Şeibî bûne û ji hikûmeta Iraqê mûçe distînin.

Fermandeyê HPŞê Heyder Şeşo li ser vê yekê ji Rûdawê re got, tevlîbûna şervanên me di nav Heşdî Şeibî de barê Herêma Kurdistanê sivik dike çimkî Herêma Kurdistanê di warê aborî de vê gavê tengav e…

Heyder Şeşo her wiha diyar kir, ew ti carî li dijî Kurdistanê û Pêşmerge nînin û got, em mîna pirekê ne di navbera hêzên Iraqê û Pêşmerge de…

Rudaw
Top