2 balafirên şer ên Tirkiyê ketin: 4 kuştî
Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Efkan Ala ragihand, îşev du balafirên şer li Meletiyê ketin ku di encamê de 4 pîlot hatin kuştin.
Hat gotin ku balafirên han saet 20:40 bi dema Hewlêrê li devera Ekincîlerê ya girêdayî navçeya Akçadagê ya Meletiyê û di dema perwerdeyê de ketine.
Heta niha nayê zanîn ew balafirên şer ên Tirkiyê çima ketine.
Rudaw
