Arinç: Qendîl rê li ber ragihandina çekdanînê digire
Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Bulent Arinç piştî civîna Encûmena Wezîrên di daxuyaniyekê de got, niha top li qada HDPê ye û hikûmet niha li benda helwesta HDPê ye.
Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê da zanîn ku ev demeke dirêj e ew li benda ragihandina biryara çek danînê ne, lê bi gotina wî , Qendîl rê li ber ragihandina çekdanînê digire.
Arinç şeva borî diyar kir ku şanda HDPê niha li Qendîlê ye û hîn venegeriya ye û dema ku vegere ewê daxuyaniyê bidin.
Duhî parlamenterê HDPê Sirri Sureya Onder û Endama Kongreya Jina Azad (KJA) Ceylan Bagriyanik ji bo ligel berpirsên KCKê bicivin, serdana Qendîlê kirin.
Rudaw
