• Tuesday, 17 February 2026
logo

Telefêr- Emîrên DAIŞê dest bi revê kirin

Gulan Media February 24, 2015 Nûçe
Telefêr- Emîrên DAIŞê dest bi revê kirin
Endamê Meclîsa Bajêr a Musilê Mihemed Îsawî got duhî bi şev nêzîkî 30 emîrên DAIŞê ji Telefêrê revîn û ber bi Sûriyê ve çûn.

Mihemed Îsawî daxuyaniyek rojnamevaniye da û ragihanda ku çekdarên DAIŞê xwe amade dikin ji navçeya Telefêr a girêdayî Mûsilê birevin.

Îsawî got nêzîkî 30 emîrên DAIŞê duhî bi şev li ser herêma Beacê revine Sûriyê.

Herwiha Îsawî diyar kir ku di destê wan de ti agahî derbarê sedema reva emîrê rêxistinê de nîne.

Rudaw
Top