• Tuesday, 17 February 2026
logo

Qamişlo: 40 gundên din hatin rizgarkirin

Gulan Media February 24, 2015 Nûçe
Qamişlo: 40 gundên din hatin rizgarkirin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, hêzên wan 40 gund li derdora Qamişlo û Cezayê ji destê rêxistina DAIŞê derxistin û 73 çekdaêrn wê rêxistinê jî kuştine.

Li gor daxuyaniyeke navenda ragihandina YPGê, di herdu rojên borî de li Qamişlo, Til Hemîs û gundê Hedadê 40 gund ji aliyê şervanên YPGê hatine kontrolkirin.

Di daxyaniyê de hatiye gotin ku di operasyonên wan yê herdu rojên borî de 73 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 2 şervanên YPGê jî şehîd bûne.

YPGê herwiha diyar kir ku çekdarekî DAaiŞê bi navê Ebû Misheb Elşamî dîl ketiye destê YPGê û gelek çek û cebilxaneya DAIŞê jî hatine desteserkirin.

Li Kobanî jî, YPGê ragihand ku şervanên wan gundê Cehde li başûrê bajarê Kobanî ji dest DAIŞê derxistine.

Rudaw
Top