Tevahiya gundên Kobanê hatin rizgar kirin
Musilêh Zêbarî dibêje tevahiya gundên Kobanê hatine rizgar kirin.
Fermandarê hêzên pêşmerge yên li Kobanê Musilêh Zêbarî ragehand ku îro hêzên pêşmerge û şervanên YPGê tevahiya gundên Kobanê ji destê terorîstên DIŞIê rizgar kirin.
Zêbarê herwiha eşkere kir ku topxaneyên hêzên pêşmerge bi berdewamî cê û kempên terorîstên DIŞIê topbaran dikin û di encama wan topbaranan de jî terorîstên DIŞIê rastî wendahiyêng elek mezin tên.
Zêbarî anî ziman ku heta niha tevahiya ew 376 gundên Kobanê ku ketibûn destê terorîstên DIŞIê ji aliyê hêzên Kurdî ve hatine azadkirin û niha xelkê wan gundan hêdî hêdî vedigere cêyên xwe.
