Serok Barzanî li gel Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran civiya (hat nukirin)
Li kombûnê da behsa rewşa bereyên rûbirûbûnê ya li gel terorîstan kirin û serkeftinên Pêşmerge bilind nirxandin. Her wiha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê xistin ber behs û rêkkeftina di navbera Herêma Kurdistan û Bexda bi hengavekî erênî dane zanîn.
Li hevdîtinê de tekez li ser yekdengî û yekhelwestiya hêz û aliyên siyasiyê Kurdistanê kirin û birêz ve behsa xweragiriya xelkê Kurdistanê kirin û tekez jî kirin ku rewşa niha demkî ye û Kurdistan bi serbilindiyê ve vê rewşa niha derbas dike.
