Artêşa Amerîka: Li Iraqê du armancên me hene
Duh Yekşemê 22.02.2015`an di civîna ligel Wezîrê Bergirî yê Iraqê Xalid Ubeydî de, Fermandarê Fermandariya Navendî ya artêşa Amerîka Lweed Osten di daxuyaniyekê de aşkere kiriye ku, heta niha di êrîşên firokeyên hevpeymanan de 8500 çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin.
Li gor daxuyaniyeke hevbeş a her du aliyên civînê, her du aliyan gotûbêj li ser daketina asta morala çekdarên DAIŞ`ê kirine û asta wê daketinê texmînkirine.
Osten di wê civînê de gotiye: “Heta niha 8500 çekdarên DAIŞ`ê hatine kuştin.” Êrşîên ezamanî yên hevpeymanan bo ser pêgehên DAIŞ`ê di Havîna borî de dsetpêkiriye ji dema ku, wê rêzxistinê çend navçe ji Iraqê kontirlokirin.
Fermandarê Amerîkî aşkere jî kir ku, artêşa Amerîka du armancên wê hene, ya yekem alîkarîkirina Iraqê ji bo ku grûpên terrorîst pêşdeçûna bêhtir nekin, ya duyem jî ewe derfetê bidin hêzên Iraqê daku karîna xwe biselmînin di jnavbirina tereorê de.
Herwiha got jî:“ Bi destxisitna wan du armancan, pêwîst dike ku di warê çakdarkirin û perwerdekirinê de, alîkariya Iraqê were kirin“.
Basnews
