• Tuesday, 17 February 2026
logo

Civîna girîng a Barzanî û nûnerên kurd dest pê kir

Gulan Media February 22, 2015 Nûçe
Civîna girîng a Barzanî û nûnerên kurd dest pê kir
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û nûnerên kurd yên li Bexdayê, li Hewlêrê dest pê kir.

Bi sedema nerazîbûna fraksiyonan, heta duhî êvarê jî nediyar bû ka fraksiyonên kurdî dê beşdarî civîna bi Nêçîrvan Barzanî û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bibin yan na, lê piştî civîna fraksiyonên YNKê, Tevgera Gorran, Yekgirtû û Komela Îslamî, wan biryar stand ku beşdarî civîna îro bibin.

Civîn dê li ser nirxandina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê, petrola Başûrê Kurdistanê û neşandina para ji sedî 17 ya budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve be.

Seroka frakisyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de, Ala Talebanî ji Rûdawê re ragihand ku, nûnerên frakisyonên kurd di Parlamentoya Iraqê de û wezîrên kurd di kabîneya Ebadî de dê tevlî civîna ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bibin.

Derbarê naveroka civînê de, Ala Talebanî diyar kir ku ew nizanin karnameya civînê çî ye, lê wek hatiye gotin, Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê, serokê frakisyonan û wezîr dê beşdarî civînê bibin.

Rudaw
Top