• Tuesday, 17 February 2026
logo

Pêşmerge ji Şingalê li Rojava didin

Gulan Media February 22, 2015 Nûçe
Pêşmerge ji Şingalê li Rojava didin
Hêzên Pêşmerge ji Başûrê Kurdistanê çeper û navendên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Rêveberê Asayîşa Şingalê Qasim Simo ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi çekên giran ji gundê Xana Serê bi tundî li çeperê û navendên DAIŞê yên li nava Rojavayê Kurdistanê didin.”

Qasim Simo wiha got: “Di encama wan topbaranan de, hejmarek gundên Rojava ji destê DAIŞê hatin derxistin.”

Ji aliyê xwe ve, Fermandarê Hêzên Pêşmerge Emîd Haşim Sîteyî ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên Pêşmerge bi çekên giran bi giranî cihên DAIŞê li gundên Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.”

Emîd Haşim Sîteyî wiha domand: “Bi hevkariya Hêzên Pêşmerge 500 şervanên YPGê ji axa Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, ew jî bo şerê li dijî DAIŞê li wê deverê.”

Rudaw
Top