• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Endamê Komîteya Bergirî ya Encûmena Pîrên Amerîka kir

Gulan Media February 22, 2015 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Endamê Komîteya Bergirî ya Encûmena Pîrên Amerîka kir
Duh şemî 21.02.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jack Reed Senatorê Wîlayeta Rhode Island ya ji Partiya Demokrata Amerîka û Endamê Komîteya Bergirî ya Encûmena Pîrên Amerîka û şandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Joseph Pennington Konsolê Amerîka li Hewlêr û hejmarek efser û şêwirmendên siyasî û serbazî ya Amerîkayê pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Senator Jack Reed ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kir û her wiha li gotarek da pêzanînên xwe yên ji bo rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şerê dijî terorê û her wiha azayetiya Pêşmerge û qurbanîdana hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê ya li şerê dijî terorîstan nîşan da û spasî destvekirî û bexşîndeyî ya xelkê Kurdistanê jî kir ku li rewşeke gelek dijwar da sedanhezar koçberan himbêz kiriye û wan diparêzin. Li dirêjahiya axaftina xwe de Senator Reed eve jî xisterû ku pêwîste hêza Pêşmergeyên Kurdistanê li ruyê dabînkirina çek û pêdiviyan de zêdetir bêne hevkarî kirin û welatê wan kar ji bo vê babetê dike. Her wiha tekez jî li berdewamî û pêşxistina peywendiya di navbera gelê Amerîka û gelê Kurdistanê kir.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvan kir û spasî piştevaniya gel û Hikûmeta Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê kir û ji bilî wê balkişand li ser serkeftinên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên şer ku Kurdistan ewê ji dest hatiye li şerê terorîstan û hevkarîkirina lêqewimiyan de kiriye û wê yekê dûpatkir ku ji bo muamelekirina li gel terorîstên Da'îş de tenê yek rê heye ew jî şerkirin û şikandina wane û eve jî xisterû ku ev şer bi tenê ne şerê Kurdistan û hevpeymanane belku pêwîste şerê hemû aliyek bê li gel terorîstan û ewê azadî û kerameta mirov divê pêwîste li vê şerê da beşdar bibe. Her wiha ji bo rûbirûbûna terorîstan tenê çareseriya serbazî ne têr nake belku li rûyê fikrî û aborî ve divê şerê terorîstan bê kirin û rê li hatin û çûna wan bê girtin û pêwîste ew welat ji kar ji bo nehiştina wan navendan bikin ku têda hêza teror û tundrewiyê tê belav kirin.

Serok Barzanî balkişand li ser wan navçeyan ku li jêr destê Da'îş de hatine rizgarkirin û eve jî behskir ku Pêşmerge yarmetiya wan xelkan daye ku destê wan li gel Da'îş nebûye û eve jî dûpatkir ku çarenûsa wan kesên yarmetiya Da'îş dane û li gel Da'îş bûne bi çarenûsa Da'îş ve girêdayîne û wan jî heman çarenûsa Da'îşê dibe.

Her li vê hevdîtinê de asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan û amadekariyên proseya azadkirina Musilê hate axaftin.

Peywendiya di navbera aliyên siyasiyên Iraqê û qonaxa piştî Da'îşê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.



Top