Ebadî derbarê Kurdistanê de hişyarî da Davutoglu
Serdana vê dawiyê ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê di 15ê vê mehê de, ku ji bo şandina mûçeya fermanberan û pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê û çend pirseke din bû, bêyî rêkeftin bidawî hat û krîza aborî ya Herêma Kurdistanê wek xwe ma.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi hevaltiya şandeke pile bilind, pişî du rojan ji vegera ji Bexdayê, roja 18ê mehê berê xwe da Enqere û ligel serokomar û serokwezîrê Tirkiye civiya, bi cûda behsa alîkariya Tirkiye bo Herêma Kurdistanê, prsa petrolê, şerê li dijî DAIŞê û prsoeya çareseriyê li Tirkiye kirin.
Ajansa Anadolê, ku ajanesk nîv fermî ye li Tirkiye, belavkiriye ku encamên civîna şanda Kurdistanê ligel rayedarên Trikiyê, tevî ku bi fermî nehatine belavkirin, amaje dikin ku Hikûmeta Tirkiye amadeyiya welatê we ji bo alîkariîkirina Herêma Kurdistanê di vê rewşa aborî ya awarte de aniye ziman.
Tirsa Bexdayê jî ji wê yekê ye ku, bêyî razîbûn û agehdariya wê, Tirkiye petrola Herêma Kurdistanê bişîne derve û Enqere cigê Bexdayê bigire û pêwîstiyên Herêma Kurdistanê peyda bike.
Di vê çarçoveyê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi rêya telefonê ligel Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu axifiye û ew agehdar kiriye ku, petrola Herêma Kurdistanê bêyî razîbûna Bexdayê nefroşe û berjewendiya Bexdayê jî berçav bigire.
Nivîsgeha Ebadî di daxuyaniyekê de ragihandiye ku “Şeva borî Ebadî û Davutoglu çend pirs gotûbêj kirin, ya herî girîng jî prsa şandina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiye bû.”
Li gor wê daxuyaniyê, di peywendiya telefonî de her du aliyan li ser wê yekê rêkeftine ku petrola Iraqê ji hemû xelkên Iraqê re ye, peywendiyên her du wlatan jî pêwsîte li ser bigeha rêzgirtin li serwerî û yekîtiya ax û berjwendiya her du aliyan be.
Basnews
