• Tuesday, 17 February 2026
logo

Qasek Kulîçe gihandin Pêşmergeyên li eniyên şer

Gulan Media February 21, 2015 Nûçe
Qasek Kulîçe gihandin Pêşmergeyên li eniyên şer
Mamosta û xwendekarên dibîsanekê li bajarê Dihokê qasek Kulîçe gihandine eniyên şer û pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê kirin.

li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, hejmarek mamosta û xwendekarên dibîstaneke nava bajarê qasek KulîçeSewik ji bo Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê çîkirin.

Li gor ku hatiye belavkirin, mamosta û xwendekarên yek ji dibîstanên bajarê Dihokê dest bi çêkirina qasek Kulîçe kiribûn, da ku wek alîkariyekê bighînin Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li eniyên şerê li dijî DAIŞê.

Piştî qedandina çêkirina wan Kulîçeyan, duh, 20.02.2015 mamoste û xwendekaran ew qas kulîçeyên ku amade kirine barkirin û birine eniyên şer û pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê kirine.

Ji dema destpêkirina şerê Pêşemrge li dijî DAIŞê, ji bo parastina axa Kurdistanê, gelek kes, dezgeh, rêxistin, xwendekar, mamosta û çînên cûda yên Herêma Kurdistanê alîkariyên cûr bi cûr û her aliyek li gor karînên xwe pêşkêşî Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Basnews
Top