Hêzên pêşmerge çekên giran gehandin ser çemê Firatê
Hêzên pêşmerge li ser çemê Firatê çekên giran bicîh kirin.
Di vê derbarê de Fermandarê hêzên pêşmerge yên li Kobanê Muslih Zêbarî ragehand ku di çarçoveya êrîşên hêzên Kurdî yên li dijî terorîstên DIŞIê de, hêzên pêşmerge bo piştgîrî kirin ji şervanên YPGê hijmareke çekên giran li ser çemê Firatê bicîh kirine.
Zêbarî anî ziman ku mebest ji bicîh kirina wan çekan li ser çemê Firatê pitgîrî kirin ji şervanên YPGê û herwiha topbaran kirina cêyên terorîstên DIŞIê ye.
