• Tuesday, 17 February 2026
logo

Şanda Parlamentoya Kurdistanê li Entabê ye

Gulan Media February 19, 2015 Nûçe
Şanda Parlamentoya Kurdistanê li Entabê ye
Şanda Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Entabê yê Bakurê Kurdistanê hinek lêkolîn di heqê hinardekirinê de kirin.

BasNews (Entab): Şanda Parlamentoya Kurdistanê li bajarê Entabê yê Bakurê Kurdistanê hinek lêkolîn di heqê hinardekirinê de kirin. Şanda ku ji 8 kesan pêk tê û serokatiya wê Macid Osman Tofîq dike ji bo ku hinek hevdîtinan bike çû Entabê. Şanda parlementerên Kurdistanê çû serdana Yekîtiya Îxracatvanên Başûrê Rojhilat (GAÎB).

Serokê GAÎBê Abdulkadîr Çikmaz di civîna îstîşareyê de got ku ew hewl didin di nav her du welatan de hinardekirin zêde bibe û wiha axivî: “Tişta ku em naxwazin, em naşînin welatê din jî. Ji ber vê jî hemû tiştên ku tên hinardekirin bi awayekî paqij tên çêkirin. Îro hûnê di serdana kargehan de jî vê bibînin.”

Serokê şandê Macid Osman Tofîq jî diyar kir ku di navbera Tirkiye, İraq û Herêma Kurdistanê de pêwendiyeke dîrokî heye û got: “Gelek tiştên li welatê me ji Tirkiyê tên. Armanca me ew e ku em pêwendiyên civakî û aborî baştir bikin.”

Serokê Yekîtiya Îxracatvanên Xalîçeyan ên Başûrê Rojhilat Selahattîn Kaplan û Serokê Yekîtiya Îxracatvanê Memûl û Toximên Birûn Beqliyat a Başûrê Rojhilatê Mahsûm Altunkaya û endamên şîrketê jî beşdarî civînê bûn. Şanda Herêma Kurdistanê li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Gazîantebê jî hinek serdan û lêkolînan kirin.

Basnews
Top